Afrin Liberation Forces
1.52K subscribers
350 photos
150 videos
176 files
5 links
Official Telegram channel of Afrin Liberation Forces
加入频道
Em rêhevalê xwe Şoreş Andok bi rêzdarî bibîr tînin

Ji çapemenî û raya giştî re

Li hember dagirkerî û qirkirina ku li ser welatê me û gele me tê meşandin, têkoşîna me bi hemû zor û zehmetiya xwe berdewam dike. Di nav vê têkoşînê de her şehadetek, li hember dijmin hêrseke mezin ava dike. Şehadetên ku bêwext çêdibin di hestên me de xemginiyek kûr ava dike. Rêhevalê me Şoreş Andok li roja 25ê Cotmehê, di encama qezayê de gihiştibû şehadetê.

Rêheval Şoreş jî heta kêliya dawî erkên xwe bi berpirsiyartiyek mezin bi cîh anî û her tim ji bo rêhevalên xwe bû çavkaniya hêz û baweriyê.

Em di şexsê rêheval Şoreş de tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Hêzên Rizgariya Efrînê
27 Cotmeh 2021
Em hevrêyê xwe Mazlûm Ta’anî bi rêzdarî bibîr tînin
Ji çapemenî û raya giştî re
Hevrêyê me Mazlûm Ta’anî di dîroka 1ê Nisana 2022an de, dema li ser erka xwe bû, di encama qezayekê gihîşt şehadetê.
Hevrêyê me Mazlûm li herêma berxwedanê yê Şehbayê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku derdora lê mezin bû welatparêz bû û cihekî şerê me yê azadiyê hatibû meşandin, hevrêyê me Mazlûm jî firsend dît ku hêz û tekoşîna me nas bike. Her wiha ji ber welatparêziya herêma lê mezin bûye, li Şehbayê û piştî dagirkirina Efrînê gelên me yên Efrînê li Şehbayê bi cîh bûn bandor li ser wî kir. Hevrêyê me Mazlûm jî piştî dagirkirina Efrînê sala 2019an biryar da ku tevlî nav têkoşîna me ya azadîyê bibe û ji bo azadîya herêma Efrînê hewildaneke mezin da ku bibe şervanekî jîr ji gelê xwe ra. Jîyana xwe ya 3 salan a şoreşgerîyê de di hem kesayetê xwe da guhertinek çêkir hem jî şervantîyê de xwe pêş xist.
Têkoşîna me ya azadîyê de me gelek hevalên leheng di encama têkoşîna lehengane de spartin axê û dilê xwe. Lê hin qezayên çêdibin de rê li ber şehadeta hevalên me de encam dibe me xemgîn bike jî, emê ked û bîranînên hevrêyê me şehîd Mazlûm têkoşîna me ya azadîyê de hertim bidin jiyîn.
Em di şexsê heval Mazlûm de tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Mazlûm Ta’anî
Nav û Paşnav: Ehmed Gillî
Navê Dayikê: Edla
Navê Bav: Mihemed
Cihê ji Dayikbûnê: Şehba
Dîroka Şehadetê: 1ê Nîsana 2022

Hêzên Rizgariya Efrînê
02 Nîsan 2022
Em hevrêyê xwe Cîlo Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin
Ji çapemenî û raya giştî re
Hevrêyê me Cîlo Efrîn roja 13ê Nisanê dema li ser erka xwe bû, gihîşt şehadetê.
Hevrêyê me Cîlo li herêma berxwedanê yê Efrînê li nava malbateke welatparêz mezin bû. Welatparêzî wek çandek e di nav gelê me de û hevrêyê me jî bi vê çandê hem mezin bû hem jî dema pêwîst bû ji bo parastina xaka xwe hertim amade bû. Çawa ku armanca her welatparêzekî welatê xwe ji dagirkeran rizgarkirin be ji bo hevrêyê me Cîlo jî armanca yekem Efrîn û cîhên din ji dagirkerîyê re paqijkirin û azadkirin bû. Bi vê çanda berxwedanê tevlî jîyan û têkoşîna azadîyê bû.
Emê xewn û xeyalên her şehîdekî xwe bi azadkirina welatê tacîdarkirin bikin û soza ku me daye wan careke din nû dikin. Em di şexsê hevrê Cîlo de tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Cîlo Efrîn
Nav û Paşnav: Celal Elî
Navê Dayikê: Xedîce
Navê Bav: Yaqub
Cihê ji Dayikbûnê: Efrîn
Dîroka Şehadetê: 13ê Nîsana 2022

Hêzên Rizgariya Efrînê
14 Nîsan 2022
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Ji çapemenî û raya giştî re
Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li hember heremê bênavber berdewam dike. Di wan êrişan de bi taybetî gelê me tê hedefgirtin. Li hember wan êrişên artêşa dagirker, hêzên me li Marê û Babê çalakiyên bibandor ya bersivdayinê lidarxistin.
Li roja 22ê Nîsanê, li bajaroka Marê ji aliyê hêzên me ve çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de seyareya zirxî ya cureya kirpi hat hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de bi giştî 10 polîsên taybet (PÖH) hatin kuştin, 6 jî hatin brîndar kirin. Herwiha kirpi hat ruxandin.
Li heman rojê, li Babê jî çalakiyek hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de jî çeteyek girêdayî artêşa Tirk hat kuştin. Herwiha seyareyek cureya jîp hat ruxandin.
Hêzên Rizgariya Efrînê
23 Nîsan 2022
Ji çapemenî û raya giştî re
Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku her roj zêdetir dibin, çalakiyên bersivdayinê ya hêzên me berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de;
Li roja 23ê Nîsanê, li gundê Cilbirê ya girêdayî navçeya Şêrawa, li hember maşineyek kar ya çeteyên dagirker çalakiyek hat lidar xistin. Di encamê de ev maşîne hat ruxandin.
Li heman rojê 2 çalakiyên sekvanî li pêşiya gundê Malikiye hatin lidar xistin. Di wan herdu çalakiyan de 2 çete hatin kuştin.
Li roja 24ê Nîsanê, hêzên me li pêşiya seddê Şehba, li hember baregehek çeteyên dagirker çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 2 jî hatin brîndar kirin.
Li heman rojê, di çalakiyek sekvanî ya li gundê Samuqa hat lidar xistin de 1 çete hat kuştin.
Li roja 30ê Nîsanê, li gundê Kîmarê, hêzên me li hember baregehek artêşa Tirk a dagirker çalakiyek serdagirtinê lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 7 dagirker hatin kuştin, gelek dagirker jî hatin brîndar kirin. Hejmara brîndaran nehat zelalkirin. Di vê çalakiyê baregeh û çeperên dagirkeran hatin ruxandin. Herwiha 2 çekên AK-47 û hinek alavên teknîkî hatin desteser kirin.
Di encama wan çalakiyan de bi giştî; 14 dagirker hatin kuştin, herî kêm 2 dagirker jî hatin brîndar kirin.
Hêzên Rizgariya Efrînê
3 Gulan 2022
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Ji çapemenî û raya giştî re
Li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên me yên bersivdayinê berdewam dikin. Li roja 3ê Gulanê, Li Şera, Bab û Ezazê ji aliyê hêzên me ve rêzeçalakiyên bibandor hatin lidar xistin. Di vê çarçoveyê de;
Li gundê Enapkê ya navçeya Şera, baregehek artêşa dagirker hat hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Li pêşiya bajaroka Babê di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek hat kuştin.
Li xeta Ezazê di encama çalakiyek de serbazek artêşa Tirk hat kuştin, 4 leşker jî hatin brîndar kirin.
Di wan çalakiyan de bi giştî 1 ji wan serbaz 4 leşkerên Tirk û çeteyek hatin kuştin, 4 leşker jî hatin brîndar kirin.
Hêzên Rizgariya Efrînê
05 Gulan 2022
Em hevrêyê xwe Fedakar bi rêzdarî bibîr tînin
Ji çapemenî û raya giştî re
Hevrêyê me Fedakar roja 5ê Gulanê dema li ser erka xwe bû, gihîşt şehadetê.
Piştî dagirkirina Efrînê weke Qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ji bo rizgarkirina Efrînê têkoşîneke bêeman tê meşandin. Di vê tekoşîna meya li dijî dagirkerîyê de ciwanên me berê xwe didin nav refên hêzên me ku yek ji wan jî hevrêyê me Fedakar e. Hevrêyê me Fedakar li herêma berxwedanê yê Efrînê li nava malbateke welatparêz mezin bû. Hem welatparêzîya malbatê hem jî tevlîbûna nasên wî li nav şoreşê bandoreke mezin li ser hevrêyê me kir. Piştî dagirkirina Efrînê hevrêyê me Fedakar jî biryara tevlîbûna li nav têkoşîna azadîyê da. Erka herî zehmet erka şoreşê li ser milê xwe girtine û hevrêyê me jî bi dil û can vê erka pîroz heya kêlîya dawî bi cîh anî.
Emê bibin şopdarê têkoşîna hevrêyê xwe Fedakar û sozê didin ku emê her bihostekî axa xwe ya dagirkirî rizgar bikin. Em serî de malbata meya hêja ya hevrê Fedakar û gelê xwe yê berxwedêr re sersaxîyê dixwazin.
Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Fedakar
Nav û Paşnav: Elî Beşîr
Navê Dayikê: Emel
Navê Bav: Mihemed
Cihê ji Dayikbûnê: Efrîn
Dîroka Şehadetê: 5ê Gulana 2022an
Hêzên Rizgariya Efrînê
7ê Gulana 2022an
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Ji çapemenî û raya giştî re
Li rojên 6 û 7ê Gulanê, li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên bersivdayinê hatin lidar xistin.
Li roja 6ê Gulanê li herêma Babê baregehek artêşa Tirk bi du çalakiyan hat hedef kirin. Di wan her du çalakiyan de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin.
Li roja 7ê Gulanê li herêma Babê baregehek din jî hat hedef girtin. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dagirker hatin kuştin.
Li heman rojê li xeta Marê çalakiyek sekvanî hat lidar xistin. Di vê çalakiyê de 1 çete hat kuştin.
Dîsa li roja 7ê Gulanê li herêma Efrînê dronek artêşa Tirk hat xistin.
Di wan çalakiyan de bi giştî, 5 leşkerên Tirk û 1 çete hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê
10 Gulan 2022

https://yangx.top/HRE_official
Media is too big
VIEW IN TELEGRAM
Ji çapemenî û raya giştî re
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li hember heremê bi awayek dijwartir didomînin. Di wan êrişan de gelek gund û nîştecihên wan gundan tên hedefgirtin. Çalakiyên me yên bersivdayinê li hember wan êrişan berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de li rojên 9 û 10ê Gulanê, ji aliyê hêzên me ve li hember çeteyên dagirker çalakiyên bibandor ya bersivdayînê hatin lidar xistin.
Li roja 9ê Gulanê, li gundê Meryemînê ya girêdayî navçeya Şera, li hember çeteyên dagirker çalakiyek serdagirtinê hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 1 çete jî brîndar bû. Herwiha çekek bi cureya AK-47 hat desteserkirin.
Li roja 10ê Gulanê, li bajaroka Marê di encama çalakiyek sekvanî de 1 çete hat kuştin.
Di wan çalakiyên 2 rojan de bi giştî 3 çeteyên dagirker hatin kuştin, 1 jî hat brîndar kirin.
Hêzên Rizgariya Efrînê
13 Gulan 2022
Ji çapemenî û raya giştî re
Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ku her roj bi awayek dijwartir berdewam dikin, çalakiyên me yên bersivdayinê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de li navbera rojên 12-17 Gulan çalakiyên bibandor hatin lidar xistin.
Di roja 12ê Gulanê de, li pêşiya gundê Til Madiq, di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek hat kuştin.
Di roja 13ê Gulanê de, li gundê Meşalê ya girêdayî Şera, 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû. Li heman rojê, li herêma Babê, 2 baregehên artêşa Tirk a dagirker hatin hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de 1 leşkerê Tirk û 2 çete hatin kuştin, 6 leşker û 3 çete jî brîndar bûn.
Di roja 14ê Gulanê de, li xeta bajaroka Marê, di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek hat kuştin.
Di roja 16ê Gulanê de, li Babê baregehek artêşa Tirk a dagirker hat hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî brîndar bûn. Di vê çalakiyê de herwiha 3 çeper û 3 konteynir hatin ruxandin, 2 seyareyên zirxî bi cureya kîrpî hatin derbkirin.
Di roja 17ê Gulanê de, li xeta Marê di encama çalakiyek taybet de 2 çete hatin kuştin, 1 çete jî brîndar bû.
Di encama çalakiyên di navbera rojên 12-17ê Gulanê de bi giştî; 4 leşkerên Tirk û 8 çete hatin kuştin, 10 leşker û 5 çete jî brîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê
19 Gulan 2022